26 Mijdar 2015•Rojanekirin: 27 Mijdar 2015
Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Cumhuriyetê Can Dundar û nûnerê rojnameyê yê Enqerê Erdem Gul di derbarê doza "kamyonên MÎTê" de bi sedema ku cih dabûn hejmarek dîmen û agahî yên dijî rastiyê, di çarçoveya wê lêpirsînê da hatin girtin.
Lêpirsîna Dundar û Gul yên ku ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar bibûn, xilas bû.
Dadweriya Cezaya Sulhê ya 7. ya Stenbolê biryara girtina Can Dundar û Erdem Gul da.
Dundar û Gul bi sîfetê "gumanbar" nêzîka 2 seatan îfade dabûn Îrfan Fîdanê Cîgirê Serdozgerê Komarê yê Stenbolê.
Piştî karûbarê îfadeyê, Fîdanê Cîgirê Serdozger, ji ber sûcên "bi mebesta sîxuriya siyasî ya jî leşkeriyê, bidestxistina agahiyên ku ji ber ewlekariya dewletê, yan berjewendiya siyasî ya navxwe yan jî ya derva, pêwîste veşartî bimînin", "bi mebesta sîxuriya siyasî ya jî leşkeriyê, eşkerekirina agahiyên ku ji ber ewlekariya dewletê, yan berjewendiya siyasî ya navxwe yan jî ya derva, pêwîst e veşartî bimînin" û "alîkariya bi zanebûn yan qestî ji bo rêxistina terorîst ya çekdar bêyî ku bibin endam" Dundar û Gul sewqî dadgehê kiribû.
- Raboriya lêpirsînê
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, Ji ber weşandina nûçeya bi wêneyên kamyonên MÎTê, di 29ê gulanê, di Rojnameya Cumhuriyetê da, ji sûcên "Bidestxistina agahiyên di derbarê ewlekariya dewletê, sîxuriya siyasî û leşkerî, eşkerekirina agahiyên ku pêwîst e veşartî bimînin, propogandaya rêxistina terorê" di derbarê Dundar û Gul da dest bi lêpirsînê kir.
Li ser daxwaza serdozgeriyê, Dadweriya Cezaya Sulhê ya 8. ya Stenbolê ya nobedar, biryara astengkirina naveroka wan weşanên li ser malperên internetê da.
Muammer Cemalogluyê parêzerê Serokomar Receb Tayyip Erdogan jî di 2yê hezîranê da, li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, li dijî Can Dundarê Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Cumhuriyetê, bi sedema "cihdana hejmarek dîmen û agahiyên dijî rastiyê", di derbarê sekinandina kamyonên alîkariyê yên MÎTê da, doz vekiribû.