29 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2015
AGRI
Waliyê Agiriyê Musa Işin beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya Anadolu Agencyê (AA) bû.
Işin li wêneyên AAyê yên ku kategoriya nûçe, jiyan û sporê da ji bo dengdayînê tên pêşkêşkirin nihêrî û tercîha xwe kir. Işin di kategoriya nûçeyê da dengê xwe da wêneya Ahmet Talat ya bi sernavê "Li Şerîaya Rojava Midaxeleya Xwepêşandanê", di kategoriya jiyanê da wêneya Gokhan Balci ya "Li Selimiyê Nimêja Eydê" û di kategoriya sporê da jî wêneya Îslam Yakut ya "Li Stenbolê Heyecana Boksê".
Işin got ku Anadolu Agency dengê her kesî ye û wiha dewam kir: "Emrê AAyê û komarê yek e. Li her deverê Tirkiyeyê wezîfedar hene û welatiyên me yên her alî ji nûçeyan agahdar dibin."
Işin got ku AA nûçegihaniya bêalî, rast û birê û rêbaz dike û daxuyand ku qîmeta xizmeta ku AA dike pir mezin e.