DIYARBAKIR
Serokê Giştî yê BDPyê Selahattîn Demirtaş bi malbatên ku tê îdiakirin zarokên wan ji aliyê rêxistina terorê ve hatin revandin û niha li ber Şaredariya Mezin a Amedê çalakiya rûniştinê li dar dixin re, hevdîtin kir.
Hevdîtin li avahiya şaredariyê ji çapemeniyê re girtî hat kirin. Demirtaş ji malbatan re got ku dê ji bo zarokên wan vegerin bi erkdarên KCK û Qendîlê re hevdîtin bike.
Li ser navê malbatên ku çalakiya rûniştinê dikin dayika Firat Aydin Eren, Mahfûze Erenê axivî got ku bi Serokê Giştî yê BDPyê Selahattîn Demîrtaş re hevdîtin kirin. Erenê got ku di hevdîtinê de Demirtaş gotiye ew ji bo zarokên me xemgîn e.
Demirtaş got: "ji bo zarokên ku temenê wan di bin 18an de ye li serê çiya nemînin dê bi erkdarên KCK û Qendîlê re hevdîtin bike."
Erenê got ku Demirtaş destnîşan kiriye ku daxwaza wan ew e ku di demeke kurt de aştî pêk bê û wiha dewam kir:
"Em wekî malbatan bawerin ku dê zarokên me di demeke kurt de vegerin. Înşaellah dewlet jî alîkariya me bike û erkdarên BDPyî jî bi berpirsiyarên Qendîlê re biaxivin. Ji bo aştiyê gaveke berbiçav bê avêtin. Demirtaş got ku derbarê rewşa zarokên wan de tu agahî di dest de nîne, lê belê dê agahiyan hildin û malbatan jî agahdar bikin."
Erenê got ku Demirtaş ji me daxwaz nekir da ku em dawîyê li çalakiyan bînin û da zanîn ku Demirtaş piştî hevdîtina dayikan bi bavên zarokan re jî hevdîtin kir û hevdîtin dewam dike.
Erenê got ku 40 rojin ku lawê wê li serê çiya ye, çiqas dengê balafirên şer dibihîze, ditirse û wiha dewam kir: "Her roj bi tirs dijîm. Gelo dê tiştek bê serê lawe min? Bawerim niha dayika wî kesê ku di balafirê de ye jî wek min bi tirs dijî. Hêvî dikim ku aştî pêk bê û êdî dayik negirîn. Armanc û daxwaza me ev e. Bila êdî ev şer bi dawî bibe û aştî pêk bê."
Hat gotin ku Hevserokê Şaredariya Mezin a Amadê Firat Anli jî beşdarî hevdîtinê bû.