RÎZE
Wezîrê Gumrik û Bazirganiyê Hayatî Yazici got ku di salên dawîn de Anadolu Agency gihiştiye asteke bilind, ji ber vê lidarxistina vê komxebatê gelekî girîng e.
Komxebat di 29ê gulanê de li Hêwana Konferansê ya Midûriyeta Giştî ya AAyê dê bê lidarxistin û Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç jî wek mêvanê qedirbilind dê beşdarî komxebatê bibe.
Wezîr Yazici da zanîn ku AA bi gelek zimanan weşanê dike û wiha dewam kir:
"Di salên dawîn de AA gelek bi pêş ket. Ji bo vê yekê ev komxebat gelekî girîng e. Li ser vê erdnigariyê gelek welatiyên me bi kurdî diaxivin. Ji bo hînbûn û zanîna vî zimanî ev komxebat gelekî girîng e. Serkeftinê dixwazim."
Mazuvanîya komxebatê Anadolu Agency dike û Zanîngeha Alparslanê ya Mûş û Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê jî tevkariya vê komxebatê dikin.
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç, Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker, Alîkarê Rektorê Zanîngeha Artukluyê yê Mêrdînê û Midûrê Enstîtuya Zimanên Zindî Prof. Dr. Kadrî Yildirim û Rektorê Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê Prof. Dr. Nîhat Înanç jî dê di destpêkê de biaxivin.