ANKARA
Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Ayşenûr Îslam daxuyand ku ew piştgiriyê didin malbatên ku dibêjin zarokên wan ji hêla PKKê ve hatine revandin û li ser vê mijarê disekinin.
Wezîr Îslamê daxuyanî da nûçegihana AAyê û got ku di vê pêvajoyeke wiha ya ku ji bo çareseriyê gav tên avêtin de bûyerên wiha wan xemgîn dike.
Îslamê daxuyand ku ew ji bo hemû zarokan dixebitin û dixwazin ku hemû zarok perwerde bibin, bi tenduristî û bi awayekî jîr bijîn.
Îslamê got ku divê çekan nedin destê zarokan, ev sûcê mirovahiyê ye û wiha axivî:
"Wezareta me malbatên li Diyarbekirê re diaxive. Armanca me ew e ku zarok bigihêjin malbatên xwe. Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî bi navgîniya midûriyeta bajêr malbatan re diaxive. Ziyareta malên wan dest pê kir. Em piştgiriyê didin malbatan û dixwazin ku zarok bigihêjin malbatên xwe."