Esin Işık
09 Nîsan 2021•Rojanekirin: 10 Nîsan 2021
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ragihand ku Salîha Gula dayika Abdulhamît Gulê Wezîrê Edaletê wefat kir.
Koca di daxuyaniya xwe ya ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî da got ku "Salîha Xanimefendiya dayika birayê min ê ezîz, hevalê min ê wezîr Abdulhamît Gul Begefendî li nexweşxaneya lê dihat dermankirin çû ber rehma Xwedê. Bila cihê wê bihûşt be."
Cenazeyê Salîha Gula dayika Abdulhamît Gul dê sibê li Gazîentabê bê definkirin
Salîha Gula dayika Abdulhamît Gul di 75 saliya xwe da li Nexweşxaneya Bajar a Enqereyê ku lê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) dihat dermankirin çû rehma Xwedê. Cenazeyê Gulê dê sibê li Gazîentabê bê definkirin.
Li gor agahiyên hatin bidestxistin cenazeyê Salîha Gula ku demek dirêj e ji ber Kovîd-19ê dihat dermankirin û biqasî 3 meh bû hatibû entubekirin dê sibê piştî nimêja cenazeyê ya ku dê li Mizgefta Bahaeddîn Nakiboglu bê kirin bê definkirin.