ANKARA
Serokatiya Sererkaniyê da zanîn ku endamên rêxistina PKKê duh li Kocakoya navçeya Diyarbekirê bi roketavêj û tifingan êrîşî Fermandariya Jendirmeyan a Navçeyê, Avahiya Birêvebiriya Dewletê û Midûriya Ewlehiyê ya Navçeyê kirin û di bûyeran de kes birîndar nebû û zayîat jî çênebû.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hêmanên me yên li Fermandariya Jendirmeyan a Navçeyê demildest bersiva êrîşa çekdarî dan. Di nav her du aliyan de pevçûneke bi qasî ku 45 deqîqeyan dewam kir derket û pevçûn heman rojê di saet 20.00î de qediya. Wesayîta endamên rêxistinê 400 mêtro dûrî Fermandariya Jendirmeyan a Navçeyê, bi awayekî terikandî hat dîtin. Di wesayîtê de lêkolîn hat kirin. Di encama lêkolînê de di wesayîtê de 4 çenteyên piştan û roketavêjeke RPG-7 ya neteqiyayî hat bi dest xistin. Di bûyerê de kes birîndar nebû û zayîat jî çênebû."