Arinç li ser pirsa "Îadekirina Birêz Fethullah Gulen tê nîqaşkirin, Balyozê Amerîkayê Francîs J. Rîccîardone gotibû ku ji hikûmetê daxwazeke wiha çêbûye. Bi awayekî fermî hikûmetê îadeya Fethullah Gulen xwest an na?" wiha got: "Hûn behsa nivîsa Balyozê Amerîkayê ya ku di rojnameyekê de derketibû dikin? Ma di wê nivîsê de hevokeke 'Gulen ji me xwestin' heye? Min jî xwend, lê wek ku hûn behs dikin min hevokeke wisa nedît."
Arinç axaftina xwe wiha domand: "Balyozek tiştên wiha nabêje. Balyozê Amerîkayê mirovekî pir jîr e û welatê xwe baş temsîl dike. Her çiqas em hin fikrên wî qebûl nekin jî, balyozek di her mijarê de tiştan dibêje. Mehmet Alî Şahîn Beg, Alîkarê Serokê me yê Giştî beşdarî bernameya televizyonekê bû û ji wî pirsîn. Wî jî bersivên gelek baş da. Ez niha wan bersivan dubare nekim. Der barê Birêz Fethullah Gulen de hikûmeta Tirkiyeyê niha daxwazeke wiha nekiriye, ez bi şexsê xwe vê zanim. Lê heke Balyozê Amerîkayê vê gotibe, ez dê li ser vê bisekinim. Ya rast di wê hevpeyvîna dirêj de ez rastî hevokeke wisa nehatim."
- Rewşa dibistanên tirk ên li derveyî welêt
Arinç der barê îdiaya girtina dibistanên tirk ên li derveyî welêt de jî wiha got: "Fikrên min ên der barê vê mijarê de baş tê zanîn, lê vê îstismar dikin. Heke hiqûqek hebe divê ev neyê îstismarkirin, lê yên ku ji destên wan xirabî tên di dawiyê de pirsekî ji me dipirsin û dixwazin ku tiştên din bi me bidin qebûlkirin. Êdî em hînî van tiştan bûn. Divê ev kes xwedî niyeteke baş û dilsoz bin, ji kirinên xwe poşman bibin û ji me bixwazin ku em xeletiyên wan sererast bikin. Her roj kesên ku hikûmetê sûcdar dikin ji min dipirsin, 'hûn der barê vê mijarê de çi difikirin' ev neyê pirsîn dê baş bibe."
Arinç wiha got: "Beriya ku hûn girtina dibistanan ji min dipirsin ka hûn ji min re vê bibêjin; kesên ku li welatekî din dijîn bi nameyan ve bi mirovên xatirê wan henin dikin wesîle kirin ve giliyê welatê xwe dikin. Ma mafê wan heye ku wisa tevbigerin? Mafê wan heye ku wiha bibêjin: 'Ev hikûmet pir xirab e, ew dixwazin koka me biqelînin', 'Pêwendiyên xwe û Tirkiyeyê cardin di ber çavan de derbas bikin', 'Ji vir pê ve Tirkiye welatekî ewlehî nîne'. Kî ji ku derê vê destûrê distîne ku nameyên wiha dinivîsîne? Bila bersiva vê pirsê ya ku Wezîrê me yê Karên Derve pirsîbû bidin. Piştî wê ez jî dê bi rehetî vê pirsê bibersivînim."
Rojnamevanekî din jî pirseke wiha ji Arinç pirsî: "Weşanên weşanxaneyên rîsaleyan û pirtûkan çap dike hatiye sekinandin, destûr nayê dayîn." Li ser vê Arinç wiha axivî: "Der barê vê mijarê de ez tiştekî nizanim. Hevalên ku tiştekî wiha dibêjin bila li hember hiqûqê li mafên xwe bigerin. Bila serî li Dadgeha Bilind û wezaretê bidin, mijar çibe bila bi rehetî bibêjin. Lê wek ku ez zanim pirtûka 'Îşaretûl Îcaz' tê çapkirin û kopyeyeke wê jî li cem min heye. Min daxwaz kiribû ku ferhengeke tirkî û kurdî bê amadekirin. 10 hezar heb hatin çapkirin û dema ku em çûn Diyarbekirê me da hevalên li wir. Em çi dibêjin, pişt re li ser soza xwe disekinin. Ev gotin û tevgerên me baweriyê dide gel, hemd ji Xwedê re me ji sedî 60 şaredarî qezenc kir, ji sedî 50 jî ray stend."