10 Adar 2016•Rojanekirin: 11 Adar 2016
DIYARBAKIR
Piştî îlankirina qedexeya derketina derva li Sîlwan û Sûra Diyarbekirê û li Silopî, Cizîr û Îdila Şirnexê di operasyonên li dijî PKKya rêxistina terorê da ji hezar û 220î zêdetir endamên PKKya rêxistina terorê hatin kuştin.
Di operasyonên ku bi destê hêzên ewlehiyê hatin meşandin da li Sîlwanê 15, li Sûrê 274, li Cizîrê 666, li Îdilê 120 û li Silopiyê 145 ji ji hezar û 220î zêdetir endamên PKKyê hatin kuştin.
Di çarçoveya operasyonên ku hatin meşandin da li Sîlwanê 22, li Silopiyê 788, li Cizîrê 971, li Îdilê 263 û li Sûrê 243 bi tevahî 2 hezar û 287 çal hatin girtin û barîkat hatin rakirin.
Li herêmê di xebatên lêkolîn û lêgerînê da jî li mal, bexçe û rêyan da 3 hezar û 105 teqemenî hatin îmhekirin.
Li Sîlwanê piştî ku di 3yê sermawezê da li 3 taxan qedexeya derketina derva hat îlankirin û 12 roj ajêt, 22 çal hatin girtin û barîkat hatin rakirin û di operasyonan da 15 endamên rêxistinê hatin kuştin.
Li Sûrê jî di operasyonan da 274 endamên rêxistinê hatin kuştin û 243 çal hatin girtin û barîkat hatin rakirin.
Li Silopiyê di çarçoveya operasyonan da 145 endamên rêxistinê hatin kuştin, 109 endamên hatin qefaltin, 518 barîkat hatin rakirin, 270 çal hatin girtin û 830 teqemenî hatin îmhekirin.
Li Cizîrê di operasyonan da 708 barîkat hatin rakirin û 263 çal hatin girtin. Li navçeya ku hat kontrolkirin 666 endamên rêxistinê hatin kuştin û 425 teqemenî hatin îmhekirin.
Li Îdila ku 20 roja operasyon dewam kirin da 192 barîkat hatin rakirin, 71 çal hatin girtin, 461 teqemenî hatin îmhekirin û 120 endamên rêxistinê hatin kuştin.