Fatih Gazioğlu
27 Adar 2019•Rojanekirin: 28 Adar 2019
Omer Yilmazê ku li Kendîrliya navçeya Rîzeyê dije pifî devê cêwrikekê kir û bi vî awayî cêwrik bi ser xwe da hat.
Omer Yilmazê ku li Kendîrliya navçeya Rîzeyê rojên borî bi bûyera xilaskirina cêwrikekî hatibû rojevê gelekî kêfxweş e.
Yilmaz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û behsa bûyerê û xilaskirina cêwrik kir û wiha axivî:
"Me xwest em xwarinê bidin kûçikên kolanan. Dema kûçikan û cêwrikên wan xwarin dixwar me dît ku ji cêwrikan yek li erdê ye û hereket nake. Me tespît kir ku nan di gewriya cêwrik da maye û ji ber vê nikara bêhnê bide û hilde. Li ser vê me ewil singê cêwrik masaj kir û piştra me heywan da bin avê û ter kir. Lê encam neguherî. Li ser vê min pifî devê cêwrik kir. Şikur ji nû va bêhna xwe da û berda û cêwrik bi ser xwe da hat."
Yilmaz got ku ew ji heywanan gelekî hez dike û ji ber vê bûyerê gelek merivan spasiya wî kiriye û wiha dewam kir:
"Piştî dîmenên wê demê li ser medyaya civakî hatin weşandin gelek merivan ez pîroz kirim. Dema min cêwrik hilda ber singê xwe heçko maka wî got min 'cêwrikê min xilas bike' û wisa li min nihêrî. Min wê çaxê tiştekî ecêb hîs kir. Xwedê ev xêr nesîbê min kir. Em tenê ji bo vê xêrê bûn wesîle."