Îşler beşdarî Civîna Lijneya Rêliberxistin û Kordînasyona Hebûnên Çandê yên li Derveyê Welêt ku ji aliyê Serokatiya Ajansa Kordînasyon û Hevkariya Tirk ve hat lidarxistin bû. Rojnamegerekî ji Îşler pirsî "Gelo hûn geşedanên ku li Mûsilê qewimîn çawa dibînin û dinirxînin?"
Îşler di bersiva xwe de diyarkir ku bûyereke bêsiûd li Mûsilê qewimiye û wiha dewam kir: "Ji ber rewşa ku niha Iraq tê de ye wek hemû welatên derdorê Tirkiyeyê jî di nav qisawetê de ye."
Di berdewamiya axaftina xwe de Îşler bal kişand ser desteserkirina Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê ya Mûsilê ku ji aliyê DÎŞIyê ve hat kirin û vê tevgerê jî şermezar kir û wiha got: "Ew der ne cihên ku meriv bibêje qewimîn û qediyan e lewra dîrokeke Mûsilê heye. Peymanên ku wê derê eleqedar dikin hene. Em Dewleta Tirkiyeyê ji bo ku tiştek neyê serê wan welatiyên me yên ku niha li wê derê ne çi hewce dike em dikin."