BÎTLÎS
Bi pêşnûmaya wilayetê ji golên krater yên li ser çiyayê Nemrûdê dê vejena jeotermal bê bidestxistin. Bi vê vejena jeotermal pirsgirêka germkirina navenda bajêr û du navçeyan dê bê çareserkirin.
Midûrê giştî yê Rarîk-Turkîsonê Bahadir Erdogan û Midûrê Giştî yê Vejena Zorlu Sînan Akê ku dê ji bo vejena jeotermal xebatan bikin, Walî Veysel Yurdakul di meqama wî de ziyaret kirin.
Yurdakul got ku li bajêr xebatên der barê vejena ku nû dibe de dewam dikin. Vejena jeotermal dê bi xebata qontara Çiyayê Nemrûdê bê bidestxistin. Yurdakul got ku ez bi bawer im ev vejen dê kêrî aboriya herêmî û neteweyî bê.
Yurdakul got ku di pêşnûmayê de germkirin, qadên serayê, otêlên termal û veberhênanên jeotermal cî digirin û wiha got: "Nûnerên saziyên herêmê û Îzlandayê hatin bajarê me. Dê heya rojek du rojan hevdîtinên me diyar bibin. Ez bi bawer im ku vejena ku dê ji Çiyayê Nemrûdê tê bidestxistin dê kêrî aboriya neteweyî û herêmê bê. Merhaleya ewilîn xebatên fizîbilîteyê ne. Ev xebatên fizîbilîteyê dê bi bîran çêbe. Piştî ku gihaştin ava germ dê xebat dest pê bikin. Armanca me ew e ku bi vejena jeotermal herêma Rehwayê, Norşên û Tetwanê germ bikin.
Midûrê Giştî yê Vejena Zorlu Sînan Ak jî diyar kir ku cara ewilîn e li vê herêmê veberhênanek wiha dikin. Ak ragihand ku dê rojên pêşiya me de li Denîzliyê santraleke 80 megavat vekin. Ev santral li Tirkiyeyê santrala jeotermalî ya herî mezin e.
Ak diyar kir ku armanca Tirkiyeyê ew e ku heya 2023yan santraleke 600 watî ava bike. Ak got ku heke bi pêşnûmayê encamekî baş bi dest bixin dê bi îlaveyan kapasiteyê zêde bikin. Bicîhatina vê pêşnûmayê ji bo herêmê gelekî girîng e.