ŞIRNAK
Midûriya Parkên Neteweyî û Parastina Xwezayê ya Şirnaxê, 12 hezar 728 lîre cezayê pereyan da kesekî ku karika pezkoviyê di mala xwe de xwedî dike.
Midûrê Şûbeyê Orhan Kalay daxuyaniyek da û got hat îxbarkirin ku li Cizîrê nêçirvanên kaçax karikeke pezkoviyan ya ku nû zaye, girtiye. Tîm çûn mala seydvanê kaçax û dest danin li ser karikê.
Kalay got ku piştî qontrola beytar diyar bû ku tenduristiya karika du hefteyî baş e. Kalaya got ku li gor biryara jimara 4915an ya qanûna Nêçîra Bejiyê, me 12 hezar 728 lîre ceza da wî kesê ku karik di mal de xwedî dikir. Wekî hemû giyandaran heke karikeke nû zayî jî di wextê şîrmijê de ji maka xwe bê veqetandin wê çaxê şensê jiyîna wan jî dikeve xeterê. Her wiha hem li gor dînê me hem jî li gor wijdanê ji maka wê veqetandina karikeke nûzayî, berpirsyariyeke mezin e. Em ji welatiyên xwe dixwazin ku van ajalên ku neslên wan ber bi tunebûnê ve diçin biparêzin û mudaxaleyê cihên jiyana wan nekin. Pezkovi ji hêla Wezareta Karên Daristan û Avê ve tên parastin û tenê ji bo tûrîzma nêçîrê tên nêçîrkirin. Pezkovî li bajarê me bi taybetî li çiyayên Cudî û Gebarê dijîn. Em dibihîzin ku ev ajalana ji hêla hin welatiyên me ve tenê ji bo goştê wan tên nêçîrkirin. Ji bo ku rê li ber nelirêtiyê bigirin Midûriya Şûbeya Parkên Neteweyî û Parastina Xwezayê, tîma parastin û qontrola nêçîrê û yekîneyên ewlehî û jendirmeyan xebateke hevpar dikin.