ANKARA
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu der heqê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a ji bo Parlementerê CHPê Mustafa Balbay de wiha got: "Rojekê jî giro bibe, dê bibe binpêkirina hiqûqê. Lewra biryara Dadgeha Makezagonê diyar e. Jixwe di vê mijarê de her kesê fikr û ramanên xwe gotin."
Kiliçdaroglu beriya "Civîna Berpirsyarên Hevagahiyê", li Navenda Giştî ya CHPê bersiv da pirsên rojnamevanan.
Ji Kiliçdaroglu hat pirsên ku "Piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a ji bo Parlementerê CHPê Mustafa Balbay, Dadgeha Cezayê Giran a 13emîn hêj tu biryar eşkere nekirin?" Kiliçdaroglu li ser vê pirsê wiha got: "Rojekê jî giro bibe, dê bibe binpêkirina hiqûqê. Lewra biryara Dadgeha Makezagonê diyar e. Jixwe di vê mijarê de her kesê fikr û ramanên xwe gotin."
Kiliçdaroglu bersiva pirsa "Ji ber ku di pêşnûmaya butçeyê peyva 'Kurdistan'ê hebû, MHPê pêşnûma paş ve şand. Dê helwesta CHPê çawa be?" jî wiha da: "Min hêj pêşnûma nedît. Hevalên me lêkolîna xwe dikin. Ya hewce çibe, dê bê kirin."