Berfa ku li başûrê rojhilatê dibare kêfa cotkaran anî
Diyarbakir
Berfa ku li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê dibare, tê payîn ku li bajarên weke Diyarbekir, Mêrdîn û Batmanê yên ji bo çandiniyê giring in, bandorek erênî li ser hilberîna çandiniyê bike.
Berfa ku bandor li beşek mezin a welêt kir û jiyan dijwar kir, hêvî da cotkaran.
Li Başûrê Rojhilatê ya ku xwedî erdên çandiniyê yên giring e, di demsala hilberînê ya par da, barana ku dihat payîn, nebarî.
Cotkarên ku ji ber kêmbûna barana di vê demsala hilberînê da jî ji ziwabûnê ditirsiyan, ji ber berfa dawî dilxweş bûn.
Berfa ku ji bo berhemên çandinî bûye xêzek jiyanê, hêviyên ji bo berhemeke bilind a vê demsalê, bi taybetî ji bo genim û berhemên din ên çandiniyê, zêde kiriye.
Rêveberê Çandinî û Daristanan ê Parêzgeha Dîyarbekirê, Adil Alan, ji nûçegihanê AAyê ra got ku cara dawî di sala 2006an de li Dîyarbekirê ewqas berf barî.
Alan diyar kir ku baran sal bi sal kêm dibin, lê berfa îsal giring bûye, û ew ji mîqdara barîna li ser metrekareyî kêfxweş in.
Sedat Doganê mixtar û cotkarê taxa Agaçgeçitê li navçeya navendî ya Baglarê, diyar kir ku ew li ser nêzîkî 500 donim erd pembû, genim, ceh û nîskan diçîne.
Rêvebirê Çandinî û Daristanan ê Parêzgeha Mêrdînê, Ender Muhammet Gumuş, jî got ku berfa dawî ya ku bandor li Mêrdîn û parêzgehên derdorê kiriye hêviyek mezin dide cotkarên herêmê yên ku bi ziwabûnê ra têdikoşin.
Gumuş diyar kir ku li Mêrdînê bi salan e berf ewqas zêde nebariye û tekezî kir ku bertekên cotkaran pir erênî bûn.
Îrfan Akgulê cotkarekî li taxa Kayadere ya navçeya Omerliyê, jî diyar kir ku wan bi salan e li bajêr berfeke ewqas zêde nedîtiye.
Berat Kapanê cotkar û xwedîkerê ajelan li taxa Eroglu ya navçeya navendî ya Artuklu, got ku berf dê berhema genim, ceh û fêkiyan zêde bike.
Serokê Odeya Çandiniyê ya Batmanê Nizamettin Aydiş, diyar kir ku li bajêr nêzîkî mîlyonek donim erdê çandiniyê heye û di li wan genim, ceh, nîska sor, pembû û garis tê hilberandin.
Faysal Gonulaçarê li gundê Kuyubaşiyê cotkar e, got ku barana îsal li gorî dilê cotkaran bû ew pê kêfxweş bûne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
