Abdullah Tel
21 Mijdar 2020•Rojanekirin: 24 Mijdar 2020
Li Agiriyê berfa ewil a demsalê barî.
Berfa ku ber destê sibehê li bajêr barî çar alî çîl û spî kir.
Dar û banên li bajêr bi berfê xemilîn lê heman berf ji bo şofêran bû sedema zor û zehmetiyê.
Li bajêr berfa ku dibare car caran gur dibe û car caran jî vedike.
- Li Erdexan û Erziromê şilope barî
Şilopeya ku bi şev li Erdexanê dest pê kir ber destê sibehê cihê xwe ji berfê ra hişt.
Li bajarê berfê çar alî spî kir bû şofêran jî xebateke nû drxist û wan berfê ji ser wesayîtên xwe paqij kirin.
Li Erziromê jî şilope ya dest pê kiriye bandora xwe didomîne.