ANKARA
Saziyên belavkirina sotemeniyê di bihayê benzînê da kêmzêde 5 quriş erzanî kirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kir, bihayê benzînê li Enqere û Îzmirê ji 4,44-4,45 lîreyî dakete 4,39 lîreyî, li Stenbolê ji 4,40-4,41 lîreyî dakete 4,35-4,36 lîreyî.
Bihayê ku saziyên belavkirina sotemeniyê eşkere kirin li gor bajar û saziyan hinekî diguhere.
Bihayê benzînê di hezîrana sala par da 5,14 lîre bû. Bi daketina bihayê nefta xam va di van 7 mehên dawiyê da bihayê benzînê ji sedî 15 erzan bû. Bihayê nefta cureya Brentê di hezîrana sala par da 115 dolar bû lê niha ji sedî 50 daket.