ANKARA
Heyeta HDPyê çû Qendîlê.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji hêla HDPyê hat dayîn de hat gotin ku heyeta wan ji bo têkiliyên Pêvajoya Çareseriyê çû Qendîlê.
Di heyetê de Cîgirserokên Koma HDPyê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken, Hevserokê KCDyê Hatîp Dîcle û ji bilî wan jî Ceylan Bagriyanik cih digire.