ŞANLIURFA
Waliyê Urfayê Îzzettîn Kuçuk got ku li Sirûcê nezîkî cihê kontrolê ya polêsan di konteynereke sergoyê da teqîn çêbû, di teqînê da yekê wan polês 2 kes birîndar bûn.
Kuçuk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku îxbar hat ku li taxa 11 Nîsanê teqînek çêbû û li ser vê yekê hêzên ewlekariyê û ekîbên tenduristiyê sewqî dewsa bûyerê kirin.
Kuçuk diyar kir ku teqîn li ber navçeyê çêbû û wiha axivî: "Teqîn li nezîkî cihê kontrolê ya polêsan di konteynereke sergoyê da çêbû. Li gor agahiyên ewil di teqînê da yekê wan polês 2 kes birîndar bûn. Birîndar bi Serwêsa Ecil a 112ê va rakirin nexweşxaneyê. Lêkolînên der barê bûyerê da hê dewam dikin."