14 Nîsan 2017•Rojanekirin: 15 Nîsan 2017
VAN
Parlementerê PArtiya Demokrata Gelan (HDP)ê yê Wanê û Berdevkê partiyê Osman Baydemir got, "Pêdivê em di 16ê nîsanê da sindoqan bi 'na'yan dagirin"
Baydemir li Xaçerêya Kulturê ya li Caddeya Millî Egemenlikê beşdarî mitîngê bû û îdia kir ku wê di referandûma 16ê nîsanê da 'na' der bikeve.

Baydemir wiha axifî:
"Yekpeyayî bendewarî ye. Em ji bilî Xwedê ne bûn bendeyê tu kesî û emê nebin. Ev pakêt mîna kirasekî dîna ye ku li erdnigariyeke fire zimanî, fire nasnameyî û fire bawerî bên kirin. Vî milletî çawa ku di newrozê da kefenê tirsê qetand, emê 16ê nîsanê li ser sindoqan bêjin 'na'. Pêdivê em di 16ê nîsanê da sindoqan bi 'na'yan dagirin"