Haydar Şahin
18 Îlon 2020•Rojanekirin: 23 Îlon 2020
Balix Gola ji golên herî bilind ên Tirkiyeyê bi tebîeta xwe va li benda ziyaretvanan e.
Balix Gola li Taşliçaya di navbera Agiriyê û Îdirê da her demsalê bi xweşikahiyên xwe balê dikişîne.
Bi av û hewaya temîz, cisnên heywanan, xweşikahiyên tebîetê va gol ji ziyaretvanan ra mazûvaniyê dike. Gelê herêmê jî her tim tê ziyareta herêmê.
Balix Gola ji golên herî bilind ên Tirkiyeyê bi tebîeta xwe va li benda ziyaretvanan e. ( Hüseyin Yıldız - Anadolu Agency )
Di van demên dawîn da gol gelekî bi nav û deng bû û ziyaretvan eleqeyê nîşanî sobeliyê û gera bi kelekê ya li ser golê didin.
Li gundên dora golê jî li rexê golê tesîs hatine çêkirin û xizmetê didin mêvanên tên herêmê.
Volkan Kanê li aliyê Adakentê li rexê golê seyrangeh ava kiriye diyar kir ku her diçe hejmara ziyaretvanan zêde dibe.
Kan got ku li Balix Golê hewaya zozan û behrê bi hev ra tê dîtin û wiha axivî: "Balix Gol havînan gelekî hênik e. Gel eleqeyeke mezin nîşanî golê dide. Me jî li rexê golê tesîs ava kir. Kesên ji germahiya Îdirê direvin tên vê derê bi malbata xwe ra seyranê dikin.
Kan destnîşan kir ku bi taybetî dawiya hefteyan ji bajarên der û dorê gelek kes tên vê derê û wiha pê da çû: "Di dîtina cî da em hin caran tengasiyê dikişînin. Bi piranî em ji bo dawiya hefteyê bi rezervasyonê dixebitin. Av zelal û paqij e. Ava pîs tev golê nabe. Ava golê ji kaniyên wê tê. Ev jî bala gel dikişîne."
Balix Gol bi xweşikahiyên xwe balê dikişîne
- Mêvanan bi kelekê digerînin
Kan got kesên tên vê derê şaş û metel dimînin û paşê dîsa tên û wiha pê da çû:
"Tebîet û behr bi hev ra ne, çêre hêşin e. Hezkî sobelî bikin hezkî li tebîetê bigerin. Di gola me da masiyên deqsor hene, sazan hene. Di van demên dawîn da gera bi kelekê bûye edet. Li nava golê jî giravek heye. Ji bo ziyaretvan vê giravê bibînin em tura kelekê dikin. Mêvanên me jî dema xwe bi dilxweşî derbas dikin. Kesên tên vê derê ji me dipirsin û dibêjin gelo tura kelekê heye."
Esra Kayaya ziyaretvan jî got, "Li ser pêşniyaza hevalên xwe hatim vê derê. Bi rastî jî ciyekî bêhempa ye. Av, hewa, tebîet û çiya gelekî baş xanê dikin. Em li kelekê siyar bûn, ketin avê û me seyran kir. Dibê her kes vê derê bibîne. Ji ber ku hatin gelekî kêfxweş bûm."
Ferhat Arslanê ji bo tura kelekê hat jî got li ser medyaya civakî Balix Gol nas kir û nika jî hat ziyaretê.