Arinç der heqê tevgerên li dijî Şaşmaz ê ku nûçegihanê AAyê ye û li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji aliyê polêsan ve dema wezîfeya xwe dikir bi awayekî hovane hat binçavkirin, ji nûçegihanê AAyê re nirxand û bûyerên civakî yên ku li Fergûsona bajaroka St.Loûsa bajarê DYAyê diqewimin parve kir.
Arinç, bibîr xist li Fergûsonê welatiyekî reşik ê bi navê Mîchael Brown ji aliyê polêsêkî ve hat kuştin û ji ber vê yekê jî li taxê teşqele derket.
Arinç destnîşan kir hemû amûr û tiştên ku Bîlgîn Şaşmaz wek nûçegihan nîşan dide pêre bûn û tevlî van delîlan polêsan ew derb kir û binçavkirin. Arinç wiha pê de çû: "Lazim e ku li çar aliyê dinyayê çapemenî bi awayekî azad wezîfeya xwe bike. hevalekî me yê ku dixwest bi awayekî baş vê wezîfeya xwe bi cih bîne gefên mirinê lê hatin kirin û hat binçavkirin. Ev bûyera ku li Fergûsonê qewimî derbeyek li ser azadiya çapemeniyê ye."
Ji bo Bîlgîn Şaşmaz jî Arinç wiha got: "Ez jî li vê derê dibêjim ku ji nûçegihanê me yê birûmet Bîlgîn Şaşmaz re derbasî be. Ji malbata wî nas û dostên wî, Anadolu Agency û hemû kesên ku karê wan bi tenê nûçegihanie re derbasî be."
Arinç Anadolu Agencyê jî pîroz kir û destnîşan kir ku piştî binçavkirina nûçegihanê xwe têk neçû û dest bi weşana zindî kir û ev yek jî di qada nûçegihaiyê de gaveke pir girîng e.