ÎSTANBUL
Nûçegihanê şer ê fransî Patrîck Chauvelê ku di pêşbirka wêneyan Istanbul Photo Awardsê de wek jurî wezîfe kir li Stenbolê pirsên nûçegihanê AAyê bersivand.
Chauvel daxuyand ku wî di sala 1976an de dest bi vî karî kiriye û ji wê vir ve di gelek şer û pevçûnan de wêne kişandiye.
Nûçegihan Chauvel wiha axivî: "Ez hema hema çûm hemû herêmên ku lê pevçûn û şer hebû. Wek Vîetnam, Kamboçya, Îrlanda, Mozambîk, Angola, Libnan, Şoreşa Îranê, El Salvador, Nîkaragura, Guatemala, Peru, Kolombiya, Çeçenistan, Efxanistan, Irak, Libya, Îsraîl... Karekî min ê wiha heye, lê xwezî pevçûn çênebin."
Chauvel got ku dema ku ew jinên êşê dikşinin, zarokan û sivîlên di nav şer de dibîne xemgîn dibe û wiha dewam kir: "Zehmetiya vî karî ev e ku divê tu çîrokê rast vebêjî. Ji bilî vê ji xwe mirov hînî hemû tiştên fizîkî dibin. Heke hûn li ser xwe bin bes e. Serma, germ, taluke ev ne xem e. Heke hûn baweriya xwe bi karê xwe bînin hûn dikarin hemû astengiyan têk bibin. Yên bawer nakin, êşê dikşînin. Bi ya min karê me ji bo mirovan girîng e, lewra em wêneyan dikşînin û haya dinyayê pê dixin."
- Ji bo Sûriyeyê şahidê biaxivin
Nûçegihan Chauvel destnîşan kir ku rojnamevan ji aliyekî ve jî şahidiyê dikin û wiha axivî: "Li Sûriyeyê rewş tevlihev e. Li wir dîktatoriyeke ku guh nade tu tiştekî heye. Lê rojekê ji bo tiştên kir wê hesab bide gelê xwe. Rojekê wênekêş û kameraman derkevin dadgeheke navneteweyî û wê hemû wêneyên ku kişandine nîşan bidin û şahidiyê bikin."
Chauvel got ku dema ew sûrî û iraqiyên ku bi telefonên bêrikan ve tiştekî dikşîne dibîne xemgîn dibe û wiha dewam kir: "Dema ez wan dibînim wisa difikirim ku ew dixeniqin û alîkariyê ji min dixwazin. Ji ber wê ez diçim li wir û karê ku wan dest pê kiriye temam dikim. Lê divê mirov li herêma pevçûnê bizanibe ku ew ê çi bike. Lewra jiyan li cihê şer pir zehmet e. Ew bawer dikin ku hûnê çîroka wan ji hemû dinyayê re bibêjin. Heke hûn di karê xwe de jîr û jêhatî nebin ev tê wê meneyê ku hûn îxanetê li wan dikin."
Chauvel destnîşan kir ku rojnamevanên li herêmên şer hin caran hêviya xwe dibirin û hew dizanin ku ew ê bimrin û ev jî bi taluke ye û wiha got: "Mirov dixwaze ku beriya ku bimre wêneya herî baş bikşîne û wê demê mirov wêneyên baştir dikşîne."
- "Min zarokên xwe jî birin cihê şer"
Chauvel got ku dema Dîwarê Berlînê hilweşiyaye ew li Miamiyê bûye û wiha dewam kir: "Min li Mîamiyê mirovên ku diçûn Amerîkaya Navîn ku şer bikin dikirin nûçe. Dema min bihîst Dîwarê Berlînê hildiweşe min telefonê kovara Newsweekê kir ku ez jî herim Almanyayê. Lê ji min re gotin ku li wir gelek rojnamevan hene û hewce nake ku tu herî. Min jî bilêta xwe bi xwe stend û heta wisa ku min zarokên xwe jî bi xwe re birin. Lewra min xwest ku ew jî vê bûyera dîrokî bibînin, bila tenê ji pirtûkan nexwînin. Ev cureyekî jiyanê ye, hezkirinek e."
- "Haya mirovan ji wan tuneye ku ew çiqas bi şans in"
Chauvel got ku mirovên ku li cihê ku şer û pevçûn lê tune dijîn pir bi şans in û haya wan ji wan tune ku ew çiqas bi şans in û wiha axivî: "Li hin cihan ez bê ceyran û bê av qasî 3 mehan jiyam. Divê mirov bizanibin ku ew çiqas bi şans in ku şer û pevçûn li cihê ku dijîn tune. Mesela di meha çileya paşîn de li Parîsê talukeyek çêbû. Divê me mirovên ku li taxên dûr ên bajêr dijîn bidîtana, guh bida pirsgirêkên wan. Me çima guh neda wan û destê xwe dirêjî wan nekir. Heke em wisa tevbigeriyan ev bûyer çênedibûn."
- "Divê em ji bo aştiyê bixebitin"
Patrîck Chauvel got ku aştî pir girîng e û wiha axivî:
"Divê em ji bo aştiyê bixebitin. Şer pir hêsan e, lê qedandina şer pir zor e. Ji bo ku aştî pêk bê ji rêyan yek jî nûçe ne. Divê mirov bizanibin ku çi diqewime. Heke hûn bizanibin ku li Sûriyeyê, Salvadorê û cihên din çi diqewime, haya we wê bi talukeyê hebe. Dema ez ciwan bûm min ji mirovan re digot ku li Vîetnamê û Kamboçyayê mirov dimrin, lê hûn li vir şahiyê dikin. Lê niha zêde bertekan nîşan nadim. Ez ji tiştên xweşik û mirovên baş lezetê hildidim. Lewra ez zanim ku ev tiştên biqîmet in û pir nadir in."