ÎSTANBÛL
Ji bo ku di serî de li zarok, jin, pîr û kal û nexweşên ku li Sûriyeyê ne alîkarî bikin, rêxistinên wek Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Bobelatê, Heyva Sor a Tirk (KIZILAY), HAK-ÎŞ, Weqfa Diyanetê, Memûr-Sen û Anadolû Agencyê di bin banê Platforma Alîkariya Însanî de dest bi kampanyayê kirin.
Danasîna kampanyaya alîkariyê ya "Hewcedariya Min Bi Te Heye" li Navenda Kongreyê ya Halîçê hat kirin.
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Saziyên Sivîl a Alema Îslamê (İDSB) û Kordînatorê Platforma Alîkariya Însanî Alî Kûrt, di civînê de axivîn. Kûrt, diyar kir di şerê ku di adara 2011an de dest pê kir û ev 3 sal in dewam dike de 150 kes mirin, 6 milyon û nîv mirov di welatê xwe de bûn penaber û 3 milyon mirovî jî welatê xwe terikandin.
"Em destên xwe dirêjî birayên xwe dikin"
Alî Kûrt got ku ji bo ku baş alîkarî bidin, di bin banê "Platforma Alîkariya Însanî" de Yekîtiya Saziyên Sivîl a Alema Îslamê û Rewşa Lezgîn û Bobelatê civiyan.