SÎÎRT
Alîkarê Şaredarê Bajarê Sîîrtê Abdullatîf Çyê ku bi îdiaya destavêtina 2 keçikên piçûk hatibû binçavkirin û paşê serbest mabû, li ser îtîraza serdozgeriyê hat girtin.
Li ser îtiraza Serdozgeriya Komara Siirtê Mehkemeya Ceza ya Sulhê der heqê A.Ç. de biryara girtinê da. Tîmên Midûriyeta Ewlehiyê li Taxa Koperatifê A.Ç. binçav kir û anî edliyeyê. A. Ç derket pêşberî mehkemeyê û hat girtin. Her wiha BDPyê ji A.Ç. îxrac kir.