Ji welatiyên ku li nêzî Meydandereya gundê Sêrtê, li kêleka Çemê Botanê geşt û seyran dikirin piştî ku ava çem gur bû 6 kes di ro de çûn. Tîmên Miduriya Rewşa Lezgîn û Afatê ya Serokwezîrtiyê, Tîmên Rizgarkirinê yên Medîkala Neteweyî, Şaredariya Sêrtê û tîmên cendirmeyan piştî bûyerê dest bi xebatên lêgerîn û xelaskirinê kirin. Di xebatan de pêşiyê cesedê Semanûr Parlakuşera 10 salî, pişt re jî cesedê Betul Parlakuşera 8 salî û Fîkret Tenten hat dîtin.
Cinazê wan ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.
Ekîb hê li Ahmet Tente, Osman Parlakuşer û Seval Parlakuşera 5 salî digere.