SÎÎRT
Koordînatorê kolandinên Bendava Ilisuyê Alîkarê Doktorê Doçent Halûk Saglamtîmûr destnîşan kir li Gira Başûr 9 mezel hatin dîtin û berhemên ku ji wir hatin derxistin tijî muzeyekê ne. Di navbera berhemên hatin derxistin de kevirên lîstikê yên herî kevin jî hene.
Saglamtîmûr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Heta îro li Gira Tirbê, Gira Başûrê, Keleha Motîtê û li Keleha Çattepeyê kolîn hatin kirin. Em li Sîîrtê ji sala 2002yan û vîr de kolînê dikin.
Saglamtîmûr wiha dewam kir: "Gava ku em li dîrokê dinêrin Gira Başûr di salên berîya zayînê 4 û 3 hezar de warê kolînê bû. Çattepe jî Keleha Romayê bû. Yanî cihên gelek kevnar in û ev cih nîşan didin ku Sêrt berê cihekî dewlementtir bû."