Xîmê fabriqeya montajkirina otobusên bielektrîkê ya ku ji Çînê û Tirkiyeyê bi şirîkatiya du fîrmayan li Sîîrtê were çekirin hat avêtin.
Di xîmavêtina fabriqeyê de Walî Ahmet Aydin axivî û bi Çînî û Ingilizî kesên hatibûn vexwandin slav kir.
Walî Aydin di axaftina xwe de got: "Çînî dê sermayedanîna xwe ya herî mezin a 2yemin li Sîîtê bikin. Soz dan me, di merhaleya yekemîn de dê tesîseke montajê bê çêkirin, pey re jî yê qapasîteya wê were zêdekirin. Me jî îmar û îfraza erdê ku me ji bo wan terxan kiribû çêkir."
Pey axaftinê re Walî Aydin, Parlementerên Ak Partiyê yên Sîîrtê Afîf Demîrkiran û Osman Oren, Şaredar Selîm Sadak, Rektorê Zanîngeha Sîîrtê Prof. Murat Erman, rayadarên fîrmayê, Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Sîîrtê Guven Kûzû, karsaz Nîhat Ozdemîr û beşdaran xerc avêtin xîmê fabriqeyê.
Tesîsê li ser erdekî bi 208 dolimî, 13 hezar metreqereyê sergirtî were çêkirin. Di merhaleya serî de otobusên bielektrikî yên ku di nav bajêr de dixebitin dê bên çêkirin. Li bendê ne ku hilberîn meha rêbendanê ya 2014an dest pê bike û fabriqe jî dê salê 500 otobusan çêbike.