Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan daxuyand ku namzedê Serokê Giştî yê AK Partiyê Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu ye.
Lijneya Rêvebirinê ya Navend a AK Partiyê ya ku bi serokatiya Serokê Giştî û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ve civiyabû piştî 3 saetan bi dawî bû.
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan piştî civînê axivî û namzedê Serokê Giştî yê AK Partiyê eşkere kir.
Serokwezîr Erdogan der barê eşkerekirina Serokê Giştî yê AK Partiyê de wiha got: "Me pêvajo di nav aştî, biratî û hevaltiyê de bi awayekî hêsan anî astekê. Hin kes bendê bûn û dixwastin ku di nav partiya me de nifaq û fitne derkevin. Lê ew kes, înşallah wek ku heta îro hat, dê heta lijneya giştî û pêvajoya ku piştî vê jî dê xeyal şikestî bin."
Erdogan daxuyand ku namzedê Serokê Giştî yê AK Partiyê Wezîrê Karên Derve û Parlementerê Konyayê Ahmet Davutoglu ye û wiha got: "Heke di kongreyê de delegeyên me jî teqdîr bikin û ew bibe serokê giştî, dibe ku ez hinek ecele dikim ew ê bibe namzedê Serokwezîr ê hikûmeta 62emîn ê Komariya Tirkiyeyê."
Serokwezîr Erdogan ji bo hilbijartina Davutoglu wiha got: "Hilbijartina birayê me Ahmed Davudoglu de xebat û têkoşîna wî ya li hember rêxistina paralel jî bû sedem ku ew bibe namzed. Ez pê bawerim ku kabîneya ku bi rêvebiriya Davutoglu dê bi heman bi biryarbûnê ve bixebitin. Di têkoşîna li hember rêxistina paralel de jî, di xebatên pêvajoya çareseriyê de jî bi şexsê xwe ez êli cem Birêz Davutoglu bibim. Bila tu kes nekeve şik û gumanan."
Erdogan der barê AK Partiyê û xebatên partiyê de jî axivî. Erdogan wiha got: "AK Partî malbateke mezin e. Vê gava di Tirkiyeyê de AK Partî ji 9 milyonî zêdetir ve partiya yekem e. Di pêvajoya hilbijartina serokomariyê de, ji bo piştgiriyê ji milyonek û 600 hezarî zêdetir welatî pere razandin li ser hesab. Ev jî nîşaneya xwedîlêderketinê ye."