23 Nîsan 2017•Rojanekirin: 24 Nîsan 2017
ANKARA
23yê Nîsanê Cejna Zarokan û Serweriya Neteweyî û 97emîn salvegera vebûna TBMMyê (Parlementoya Tirkiyeyê) li giştiyê welêt û nunertiyên dervayî welêt tê pîrozkirin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wê li Beştepeyê, li Navenda Kongre û Çandê ya Gel beşdarî Merasima 23yê Nîsanê Cejna Zarokan û Serweriya Neteweyî bibe.

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Îsmet Yilmaz û heyeta ku ji mamoste û xwendekaran pêk tê wê herin ziyareta Serokê TBMMyê Îsmaîl Kahraman.
Serokwezîr Bînalî Yildirim wê beşdarî merasima li Anitkabîrê bibe û li Koşka Çankayayê jî bi zarokan re bê bal hev.
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu jî wê beşdarî merasima li Anitkabîrê û ya li TBMMyê bibe.

Herwiha wê li Meclisa Gel a Mezin a Tirkiyeyê ya Yekemîn (Parlemetoya berê) jî merasimeke bîranînê wê bê lidarxistin.
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Îsmet Yilmaz wê bi zarokan re here ziyareta Anitkabîrê û zarokan li meqamê xwe qebûl bike.