Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Kurdên Sûriyeyê xwişk û birayên me yên esil û heq in"

Ekip  | 21.01.2026 - Rojanekırın : 21.01.2026
Serokomar Erdogan: "Kurdên Sûriyeyê xwişk û birayên me yên esil û heq in"

Ankara

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Kurdên Sûriyeyê xwişk û birayên me yên esil û heq in."

Erdogan di Komcivîna AK Partiyê da axivî û li ser geşedanên li Sûriyeyê sekinî.

Serokomar Erdogan got, "Kurdên Sûriyeyê xwişk û birayên me yên esil û heq in." û diyar kir ku wekî birayên Kurdên Sûriyeyê herî baş ew pê dizanin bê ka Kurdên Sûriyeyê di binê destê rejima zalim a beriyê da rastî çi zext û zordariyan hatin.

Erdogan diyar kir, di pêvajoya rejima beriyê da hebûna Kurdên Sûriyeyê nedihat naskirin, wekî welatî nedihatin qebûlkirin, heta nasname jî nedabûn wan, destûr nedidan ku bi zimanê dayika xwe xeberdin, li gorî çand, urf û edetên xwe bijîn. Erdogan got ku ji heyama Serokwezîriya wî pê va, wî di hemû axaftin û hevdîtinên xwe da qala van bê edaletiyan kirin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir, wî mafên Kurdên Sûriyeyê bi israr anîn rojevê û wiha dewam kir, "Me di her firsendê da destnîşan kir ku divê mafên sereke yên Kurdan werin teslîmkirin. Di dema ku kesî behsa van nedikir da, kesî qala mafên Kurdên Sûriyeyê nedikir, me ev eşkere ji mixatabên xwe ra gotin."

Erdogan daxuyand, piştî ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê dest pê kir, Kurd rastî zexta rêxistina terorê hatin.

Serokomar Erdogan got ku zarok û ciwanên Kurd ji bo hewa û hewesa rêxistina terorê kaşî nava pevçûnan kirin, çek dan destê wan, ber bi mirinê va şandin û van ciwanan canê xwe dan.

Erdogan destnîşan kir, jiyaneke ku ne li gorî urf, edet û kevneşopiyên gelê Kurd û baweriya wan e, li wan hat ferzkirin û wiha dewam kir:

"Dîsa di vê pêvajoyê da caniyên DEAŞî, digel mixalefeta Sûriyeyê xwişk û birayên me jî kirin hedef, ew jî qetil kirin. Ev der jî girîng e, Hikûmeta Sûriyeyê ya nû piştî şoreşê wekî hemû kemîneyên dînî û nîjadî, hembêza xwe ji Kurdan ra jî vekir, seba entegrasyoneke semîmî helwesta pir çêker û erênî nîşan da.

Serokê Dewleta Sûriyeyê Brêz Ehmed Şara bi biryarnameyên weşandin, mafên Kurdên li Sûriyeyê yên hebûnê, jiyandina ziman û çandê û beşdariya rêveberiya Sûriyeyê teslîm kirine. Deklarasyona di 16ê Rêbendanê da hat eşkerekirin, beyannameyeke dîrokî ye ku beşdariya wekhev û adil a birayên me yên li Sûriyeyê ya di Dewleta Sûriyeyê da ji xwe ra dike bingeh. Digel van hemû gav û helwestên erênî, rêxistina terorê mixabin şûna refah û aramiyê xwîn, pevçûn, mirin û kuştin tercih kiriye. Bi ser xwîna zarokên Kurdan ên bêguneh ra parastina berjwendî û îqbala xwe hilbijartiye. Me timî ev anî ziman, çavê me di axa tu welatekî da tuneye. Em tevlî karûbarên navxweyî yên tu welatekî nabin, lê em ê nehêlin ku berjewendiyên welatê me bikevin xetereyê."

Erdogan bal kişand ku di nav hefteyekê da tevî taxên li Helebê, axa li rojhilatê Feratê ji hêla artêşa Sûriyeyê ji unsûrên çekdar ên îllegal hatin paqijkirin û wiha dewam kir, "Ez dixwazim vê cardin jî bînim bibîranîn; wek Tirkiye me ji destpêkê va bi yekparçeyiya ax û siyasî piştgiriya hebûna dewleteke yekgirtî ya Sûriyeyê kiriye. Me gelek carî anî ziman ku em ê rizayê nîşanî sazûmaniyeke cudaxwaz nedin ku li sînorê başûrê Tirkiyeyê, ji ewlehiya welatê me ra bibe tehdîd.

Em ji peymana agirbestê ya duh gelekî memnûn in. Daxwaza me ew e ku ev mesele bêyî ku bêtir xwîn birije bi awayekî mayînde were çareserkirin, rêxistina terorê ya ku li bakurê Sûriyeyê li qadên diyar berteng bûye, çekê dayne, tesfiye bibe, rê nede pevçûnên zêdetir. Ji xwe ne mumkin e ku rêxistina terorê li herêmên berteng bûye, hebûna xwe bidomîne. Êdî ew yek eşkere ye ku pêkanîna provokasyonan tê wateya xwekuştinê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.