Komîsyona Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê ya Neteweyî civiya

TBMM
Komîsyona Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê ya Neteweyî ya ku ji bo "Tirkiyeya Bêteror" li TBMMyê hat avakirin, bi serokatiya Serokê TBMMyê Numan Kurtulmuş civiya.
Di civîna li Salona Merasimê ya li TBMMyê da "Dayikên Şemiyê" û "Dayikên Aştiyê" amade bûn.
Kurtulmuş di axaftina destpêka civînê da diyar kir ku di her sê civînên ewil ên komîsyonê da pergala xebatê hat tesîskirin û di civîna duh da jî wan dest bi guhdarîkirina aliyên cuda yên civakê kir û îro jî ew ê "Dayikên Şemiyê" û "Dayikên Aştiyê" guhdar bikin.
Piştî axaftina Kurtulmuş, "Dayikên Şemiyê" û "Dayikên Aştiyê" dê biaxivin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.