Polîtîka

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê dê civîna xwe ya 19em sibê bike

Komîsyona ku dê bi serokatiya Serokê TBMMyê Kurtulmuş bicive dê civîna xwe ya ewil a piştî çûyîna Saziya Înfaza Cezayê ya Zêde Ewledar a Îmraliyê pêk bîne

Huzeyfe Tarık Yaman  | 03.12.2025 - Rojanekırın : 04.12.2025
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê dê civîna xwe ya 19em sibê bike

TBMM

 Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê ji bo hedefa "Tirkiyeya Bêteror" hat damezirandin, dê civîna xwe ya 19em sibê bike.

Komîsyonê civîna berî vê bi serokatiya Serokê TBMMyê Numan Kurtulmuş, 21ê Mijdarê roja Înê kir.

Di vê civînê da Komîsyonê biryar sitand ku biçe Saziya Înfaza Cezayê ya Zêde Ewledar a Îmraliyê lê CHPyê endam neda heyetê.

Heyeta ku ji Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Parlamenterê AK Partiyê yê Hatayê Huseyîn Yayman, Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê û Parlamenterê Stenbolê Fetî Yildiz û Wekîla Serokê Koma DEM Partiyê Gulustan Kiliç Koçyigitê pêk hat di 24ê Mijdarê da çû Saziya Înfaza Cezayê ya Zêde Ewledar a Îmraliyê.

Her wiha Serokatiya TBMMyê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û wiha got:

"Di vê çarçoveyê da ji xeynî daxuyaniyên xwefesixkirin û çekdanîna rêxistinê yên piştî Bangewaziya Aştî û Civaka Demokratîk a di 27ê Sibatê da, biwarê pirsên têkildarî cîbicîkirina rêkeftina 10ê Adarê li Sûriyeyê, beyanên wî yên bi hûrgilî hatine wergirtin. Di encama hevdîtinê da biwarê hevgirtina civakî, dupatkirina biratiyê, perspektîfa herêmî û pêşxistina pêvajoyê ya bi awayekî pozîtîf, encamên erênî hatine wergirtin. Helwesta bi xîret û bi biryar a Komîsyonê ya ji bo pêkanîna hedefên xwe yên ji niha û şûnda dê bê domandin."

Di vê pêvajoyê da parlamenterên AK Partiyê yên endamên komîsyonê ji bo ku li ser rapora komîsyonê bixebitin, kom bûn û parlameneterên MHPyê jî rapora xwe ya "Tirkiyeya Bêteror" kuta kir ku ray û ramanên partiya wan destnîşan dike.

Komîsyon dê civîna 19em bi serokatiya Serokê TBMMyê Numan Kurtulmuş sibê di saet 14.00an da li Hola Merasimê ya TBMMyê bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın