20 hezar û 94 kesan şertên îzolasyonê binpê kirin
Wezareta Karên Navxweyî: "Di 3 milyon û 373 hezar û 336 çavdêriyên ku ji 22yê Tebaxê vir va hatine kirin da hat tesbîtkirin 20 hezar û 94 kesan li gor şertên îzolasyonê hereket nekiriye"
Ankara
Wezareta Karên Navxweyî daxuyand çavdêriyên ku ji 22yê Tebaxê vir va hatine kirin da hat tesbîtkirin 20 hezar û 94 kesan li gor şertên îzolasyonê hereket nekiriye.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat gotin di 20ê Tebaxê da ji bo tevdîrên şewba vîrusa koronayê Wezaretê danezanek belav kir.
Hat gotin ji bo ku bê zanîn ka welatî û sazî guh didin şertên îzolasyonê an na kontrol hatin kirin û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di 3 milyon û 373 hezar û 336 çavdêriyên ku ji 22yê Tebaxê vir va hatine kirin da hat tesbîtkirin 20 hezar û 94 kesan li gor şertên îzolasyonê hereket nekiriye."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.