Abdullah Tel
11 Sibat 2020•Rojanekirin: 11 Sibat 2020
Şewba vîrusa koronayê ya nû (2019-nCoV) ku li Vuhana bajarê Çînê derket meydanê û li çar aliyê dinyayê belav bû heta niha bi 43 hezar û 97 kesî geriya.
Li gor daneyên saziyên tenduristiyê yên rayedar ên welatên ku xeber dan vîrusa koronayê ya nû (2019-nCoV) li ser axa wan hatiye dîtin tevlî Çînê 24 welatin. Girava Tayvanê ya bi gelemşe jî ji wan welatên ku ev nexweşî hat dîtin yek e.
Ji ber şewbê heta niha 1018 kesan can da ji wan 1016 kes li Çînê can dan, yek li Hong Kongê û yekî jî li Filipînan can dan.
Li ser erdnigariya Çînê hat tespîtkirin ku ev nexweşî bi 42 hezar û 638 kesan geriyaye, li Hong Kongê bi 42 kesan, li Herêma Îdareya Taybet a Makaoyê bi 10 kesî û li Tayvanê jî bi 16 kesan ra heman nexweşî hat dîtin.
Ji bilî Çînê welatên lê nexweşiya vîrusa koronayê ya nû hat dîtin û hejmara nexweşan wiha ne:
Japonya: 161
Sîngapûr: 45
Tayland: 32
Koreya Başûr: 27
Malezya: 18
Awistralya: 14
Vîetnam: 14
Almanya: 14
Amerîka: 13
Fransa: 11
Îngiltere: 8
Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb: 8
Kanada: 7
Îtalya: 3
Hindistan: 3
Filipînan: 3
Rusya: 2
Spanya: 2
Nepal: 1
Srî Lanka: 1
Kamboçya: 1
Belçîka: 1
Swêd: 1
Fînlandiya: 1