20 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2016
ANKARA
Serokatiya Sererkaniyê li ser malpera xwe ya înternetê der heqê bûyerên rojane de agahî parve kir.
Li gor agahiyên ku hatin parvekirin di operasyonên duh li Cizîrê hatin birêvebirin de 12 terorîst hatin kuştin û hejmara terorîstên ku li Cizîrê bi tevahî hatin kuştin jî derket 364an. Di operasyonê de 9 teqemeniyên bi destçêkirî hatin îmhakirin, 5 tivingên nêçîrê û 153 guleyên wan tivingan hatin qefaltin.
Di operasyonên ku li Silopiyê tên birêvebirin de jî 4 terorîst hatin kuştin û hejmara terorîstên ku li Silopiyê jî hatin kuştin jî derket 140î.
Li Sûra navçeya Diyarbekirê jî herî dawîn 3 terorîst hatin kuştin û hejmara terorîstên ku li wê derê hatin kuştin jî derket 106 kesan.
Li sê navçeyên ku operasyon lê tên birêvebirin de heta niha 610 terorîst hatin kuştin.
8 terorîst teslîm bûn
Li Dêrika navçeya Mêrdînê jî 11 kesên ku hat tespîtkirin û alîkarî û piştgiriyê didin rêxistina terorê hatin girtin û di malên wan de lêgerîn hat kirin.
8 terorîstên ku ji Herêma Kurdistana Iraqê hatin jî teslîmî hêzên ewlehiyê bûn.