20 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2016
Serokomar Erdogan: "Çiqasî dixwazin bila hewl bidin. Ev welatê mezin, ev gelê mezin weke berê ji aliyê wan lumpenên ku ji xwe ra dibêjin rewşenbîr, ku ji xwe ra dibêjin akademîsyen birêve naçe."
Serokomar Erdogan: "Siyasetmedarê ku berdevkiya rêxistina terorê dike, miameleya rêxistina terorê heq nake? Tu kes li ber hiqûqê, dema ku mesele pêşeroja gel û dewletê be, tu wextê layusel nîne."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku wê Hekariyê bar bikin Yuksekovayê û ji nû va were avakirin û wiha got: "Bi heman awayî wê Şirnex jî here Cizîrê. Wê êdî Şirnex û Cizîr wek bajêr bên avakirin û xebatên binesaziyê bên meşandin. Lewra şert û mercên Hekarî û Şirnexê ji bo vê rê nedida. Dema em li dîrokê dinihêrin ji berê da Cizîr heye. Cizîr dîrok e."
"Têkoşîna me li dijî birayên me yên kurd nîne. Têkoşîna me li dijî teror û terorîstan e. Yên li çiyê û yên ku xwe wek akademisyen dibînin dibêjin hûn birayên me yên kurd dikujin. Dibêjin 'dewlet li dijî kurdan qetlîamê dike.' Hûn çiqas bêwijdan in."
"Yê ku di destê wî de çek heye û yê ku piştgiriyê dide, wê berdêla vê îxanetê bide. Kî beşdarî çalakiyan bibe, pişt re poşman bibe û teslîmê hêzên me yên ewlehiyê bibe, hembêza dewleta me û gelê me ji wan re vekiriye. Lê tu kesî re heta hetayî wê rê neyê dayîn. Ez li vir bangî ciwanên ku di nav rêxistina terorê de ne dikim, em dixwazin we wek ewladên ji bo malbata xwe, gelê xwe û welatê re xêr in bibînin."
"Ya rast ez dikarim der barê wî (Serokê Giştî yê CHPyê) de çi hebe bibêjim û eşkere bikim, lê bawer bikin ez ji van axaftinan şerm dikim. Li Tirkiyeyê evqas mesele, evqas pirsgirêkên ku divê bên çareserkirin, evqas aciziyên ku divê bi yekîtiyê û bihevrebûnê ve bên çareserkirin hene. Ji ber wê ji min re giran tê ku ez li ser van kesên ji şeref û namûsê bêpar biaxivim û dema xwe xerc bikim. Ma ew ji wan kesan yek nîne ku terorîstan diparêze? Ma ew nîne ku li pişt wan disekine? Tu behsa kîjan namûs û şerefê dikî."