Tirkiye

Li Çukurcayê ji bo bîra neftê xebatan dest pê kir

Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Berat Albayrak: "Di heyama pêş da ji Şemdînliyê heta Cizîrê û li bakur jî ji Wanê heta Sêrtê me di nav vê qadê da bi balafiran dest bi komkirina daneyan ya gravîteyê kir. Ev cara ewil e li Tirkiyeyê tê kirin."

Türkan Tosun  | 23.05.2018 - Rojanekırın : 24.05.2018
Li Çukurcayê ji bo bîra neftê xebatan dest pê kir

Van

HAKKARΠ

Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Berat Albayrak: "Di heyama pêş da ji Şemdînliyê heta Cizîrê û li bakur jî ji Wanê heta Sêrtê me di nav vê qadê da bi balafiran dest bi komkirina daneyan ya gravîteyê kir. Ev cara ewil e li Tirkiyeyê tê kirin."

Albayrak ji bo ku li qada neftê ya Hevkariya Anonîm ya Neftên Tirkiyeyê ya ku li navçeya Çukurcayê tê avakirin hin lêkolînan bike hat Hekariyê.

Albayrak li Zozana Bardakliyê ya ku tesîs wê lê bê çêkirin ji rayedaran agahî hilda û paşê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Wezîr Albayrak got li Çukurcayê sondaja kûr a ewil hatiye kirin û wiha axivî: "Me bi endezyar û gelê herêmê va ji bo bîrê tevirê ewil lêxist. Bi stratejiya sondajê ve armanc 4 hezar û 500 mêtro ye, emê di mehên pêş netîceyên baş hildin. Ev pêvajo wê bi vê bîrê ve, bi gava li Çukurcayê va neqede. Heyameke nû dest pê dike. Di heyama pêş da ji Şemdînliyê heta Cizîrê û li bakur jî ji Wanê heta Sêrtê me di nav vê qadê da bi balafiran dest bi komkirina daneyan ya gravîteyê kir. Ev cara ewil e li Tirkiyeyê tê kirin. Emê bi balafirê va li herêmê daneyên gravîteyê berhev bikin, xebatên hûr û kûr bikin. Li ser sînorê herêmê di bin erdê da çi heye emê înşallah bi van gavan ve tespît bikin. Emê înşallah di qada vejen, maden, çavkaniyên li binê erdê de gavên saxlem biavêjin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın