Fatih Gazioğlu
07 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2018
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê 2 welatiyên xêrxwaz ên ku naxwazin navê xwe bidin rojên pencşem û înê bêpere simîtan didin belavkirin.
Mehmet Emîn Çîftçiyê simîtfiroş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji welatiyan kesekî beriya mehekê dît ku hin kes nikarin simîtan bikirin. Çiftçî wiha got: "Li ser wî kesî got min 'ji vir şûn da rojên pênçşemê ji bo xera min bêpere simîtan belav bike. Pereyê wan ez ê bidim.' Min jî li ser vê daxwazê li ser dezgehê xwe 'Kesên ku bêpere dikarin simîtan hildin' nivîsand."

Çiftçî got ku li ser vê esnafek jî hat û heman tişt ji wî xwest û wiha dewam kir: "Roja înê jî ez li ser navê wî esnafî bêpere simîtan belav dikim. Herdu kesan jî gotin min navê me bila neyê zanîn. Ji bo belavkirina simîtan tu sînor ji min re negotin. Ji ber vê ez çend simîtan belav bikim êvarê tên û pereya wan didin min. Daxwaza min ew e ku ev xêrxwazî di civatê zêde be."
- "Ez pê şa û hestiyar bûm"
Ji esnafan Mihemed Çiftçî got ku ew ji ber nivîsa li ser dezgehê bi karên baş hesiyaye û wiha axivî:
"Ev camêriyeke gelekî mezin e. Xwedê xêra wan qebûl bike. Gelek kes wê nivîsê dixwînin û paşê tên zikê xwe têr dikin. Gava ez pê hesiyam ez gelekî şa û hestiyar bûm."