Günay Nuh
08 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2025
Li Erdexanê du TIR û otomobîlek li hev qelibîn û di encamê da kesek birîndar bû.
Li ser rêbejaya Turkgozu-Posof-Damalê ya diçe Deriyê Sînor ê Turkgozuyê, TIRa ku plaqeya wê 25 AAV 555 e û Mustafa Aydin diajot, otomobîla ku plaqeya wê 34 ETL 882 ye û Ozlem Karabagê diajot û TIRa ku plaqeya wê 25 EP 736 e û Ahmet Akbaba diajot ji ber qerma di rê da li hev qelibîn.
Pitşî qezayê ekîbên tenduristî, îtfaiye û cendirmeyê bo cihê qezayê hatin sewqkirin.
Ajokara otomobîlê Karabag bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erdexanê.
Ji ber qezayê rêya diçe deriyê gumrikê hat girtin.