Tirkiye

Li Erziromê servîsa mamosteyan welgeriya, 1 jê zarok 7 kes birîndar bûn

Şahap Çakır  | 08.12.2025 - Rojanekırın : 08.12.2025
Li Erziromê servîsa mamosteyan welgeriya, 1 jê zarok 7 kes birîndar bûn Şahap Çakır

Erzurum

Li Xoresana navçeya Erziromê, mînîbusa servîsa mamosteyan welgeriya û di encamê da 1 jê zarok 7 kes birîndar bûn.

Mînîbusa plaqe 52 TC 772 ya Hîkmet Bagriyanik diajot û ji Xoresanê diçû Taxa Agilliyê, li tanga Delal Hanê welgeriya.

Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, cendirme û îtfaiyeyê hatin sewqkirin.

Di qezayê da tevî ajokar, rêwiyên bi navê Merve Turan, Emrah Babacan, Miray Elif Babacan (8), Ayşe Yildiz Ozkan, Seçil Merve Kaloglu û Merve Kaya birîndar bûn.

Birîndarên di wesayîtê da asê man, ji hêla ekîbên îtfaiyeyê hatin xilaskirin.

Birîndar her wiha bi ambulansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Xoresanê hatin veguhestin û eşkere bû ku rewşa tenduristiya birîndaran baş e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın