Fırat Taşdemir
06 Adar 2023•Rojanekirin: 07 Adar 2023
Şeva Beraetê ya ku wek mizgîniya meha remezanê tê qebûlkirin wê îro bê pîrozkirin.
Şeva Beraetê şeva 15emîn a meha şebanê ye, meha şebanê jî ji sê mehên pîroz ya duyemîn e ku di 23yê çileya paşîn da dest pê kiribû.
Li gor dînê Îslamê peyva beraetê tê meneya xwe ji gunehan paqijkirin, paqijbûn, ji hêla Xwedê va efûbûn û rehmetê.
Endamê Lijneya Bilind ya Karên Dîn ya Serokatiya Karên Diyanetê Îdrîs Bozkurt ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku Xwedê şeva beraetê gelek kesan efû dike û divê meriv jî hewl bidin bên efûkirin.
Bozkurt got divê meriv dia bikin ku Xwedê xeta û gunehên wan efû bike, divê Qur'an bê xwendin, nimêj bê kirin û wiha dewam kir: "Niha em di heyama afatê da ne, rojên teng hene. Divê em ji rebbê xwe ra diayan bikin ku gelê me û alema Îslamê ji van tengasiyan xelas bibin."
Bozkurt got divê alîkariya erdhejzedeyên ku malê wan hilweşiyane bê kirin.
- TRTyê li Meraşê bernameya zindî biweşîne
Li gor daxuyaniya TRTyê Bernameya Taybet ya Şeva Beraetê wê di konê MUSÎADê ya li ber avahiyê şaredariyê da bê weşandin.
Bername wê di saet 18.50î da li ser TRT 1ê dest pê bike û li ser TRT Radyo 1ê jî wê bê weşandin. Dubareya bernameyê jî wê di 22.30î da li ser TRT Turkê wê bê weşandin.
- TRT Kurdî wê li Şirnexê bernameyê çêbike
TRT Kurdî jî wê di saet 20.15yan da li Cizîra navçeya Şirnexê di Mizgefta Hz. Nuh Nebî da bernameyeke zindî çêbike.