ANKARA
Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez di peyama xwe ya ku bi munasebeta şeva Leyletul Qedrê weşan de ji hemû alema Îslamê xwest ku bila ji bo gelê Xezeyê dia bikin û wiha dewam kir:
"Ez dixwazim ku di şeva Leyletul Qedrê de ji gelê Xezeyê yê mesûm û mexdûr re ku jin, zarok li ber çavên mirovahiya bê wijdan tên qirkirin re dia bê kirin."
Gormez di peyama xwe de got ku ew ber bi rojên dawîn ên remezanê ve diçin û wiha pê de çû:
"Şeva Leyletul Qedrê şeveke wisan e ku Qur'ana me ya pîroz di vê şevê de dest pê kiriye û nazil bûye. Di vê şeva bimbarek de Xwedê her sal nîşanî me dide ku heke em qedrê vê şevê wek qedrê Qur'anê bizanibin, wê demê em dikarin baş tevbigerin. Ji ber vê jî divê em derê xwe ji nûra Qur'anê re vekin."
Gormez wiha dewam kir:
"Kesên ku dixwazin bi zilm, tundî û tevgerên dijî mirovahiyê erdnîgariya Îslamê bibe erdnîgariya mezlûman, divê li ser misilmanan bandoreke nebaş nehêle."