DIYARBAKIR
Di encama teqîna tankêra LPG barkirî ya li Licêya navçeya Diyarbekirê de hejmara miriyan derket 4an. Dermenkirina 61 birîndaran jî hê dewam dike.
Walî Mustafa Cahît Kiraç daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku duh li ser rêya Diyarbekir û Bîngolê tankêra LPG barkirî teqiya û di encama teqînê de 2 otobêsên rêwiyan û texsiyek şewitîn û 65 kes jî birîndar bûn.
Kiraç diyar kir ku Fikrî Tepe li Diyarbekirê, Aslan Dogan jî li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Derînceya Kocaeliyê mirin, îro şebeqê jî Onder Ubîç (30) û Ferman Erdem (44) ên ku li Nexweşxaneya Zanîngeha Dicleyê dihatin dermankirin, mirin
Kiraç eşkere kir ku di teqînê de 4 kes mirin û tedawiya 61 kesên birîndar jî hê dewam dike. Kiraç got ji 33 birîndaran 2 kes bi ambulansbalafirê ve sewqî nexweşxaneyên Elezîz û Mêrsînê kirin.
Ji aliyê din ve hat ragihandin ku 2 kesên ku di beşa şewatê de dihatin tedawîkirin û mirin, piştî otopsiyê dê bişînin welatên wan.