16 Gulan 2016•Rojanekirin: 18 Gulan 2016
BÎTLÎS
Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Hîzanê li navçeyê fuara pirtûkan vekir.
Fuara ku li Salona Werzîşê ya Hîzanê hat vekirin, wê du rojan dewam bike.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Navçeyê Necdet Înan got ku ji bo ku xwendina pirtûkan di nav gel de belav bibe û zarok pirtûkxwendinê hez bikin wan ev fuar vekiriye.
Înan wiha axivî: "Bi saya projeya Qaymeqamtiya me ya bi navê "Pirtûkjimar"ê 5 hezar xwendekarên me pirtûk xwendin. Bi vê projeyê ve li dibistanên me 28 hezar pirtûk hat xwendin. Ji bo ku pirtûkxwendin bibe xûy, me bi alîkariya Qaymeqamtiyê ev fuar vekir. Me ji bo xwendekaran kompere belav kiribû. Xwendekarên me wê bi xerclixên xwe yên ku di kompereyan de kom kiribûn ve pirtûkan bikirin. Ji ber alîkariyê ez spasiya Qaymeqamê me dikim."