Wezareta Perwerdeyê ya Netewî ji bo dibistana navîn û îmam xetîban Pirtûka dersa zimanê lazkî da amadekirin.
Pirtûk di Fûara Pirtûkan ya Stenbolê ya TÛYAPê de hat firotin. Nivîskarê pirtûka "Dersên Bingehîn yên Zimanê Lazkî"yê mamosteyê Îngilizî Ali Aksamaz e. Aksamaz diyar kir ku Lijneya Terbiye û Telîmê biryar daye ku pirtûk di dibistanên navîn û îmam xetîban de li gor dersa zimanên zindî û zaravayan bê bikaranîn. Ji îsal pê ve di polên 5an de dersa lazkî tê xwendin.
Aksamaz anî zimên, ji ber ku pirtûka vê dersê tunebû hin pirsgirêk çêdibûn û mamosteyên ku ders didin jî notên xwe yên ku di qursan de girtibûn di dersan de bi kar tînin. Aksamaz ragihand ku ew mamosteyê zimanê Îngilizî ye lê ev çend sal in di saziyekê de dersa lazkî dide.
Aksamaz got ku dema ku wî di qursan de ders daye notên xwe ber hev kirine ku bike pirtûk. Piştî pakêta demokratîkbûnê zimanê lazkî jî di dibistanên navîn de wek dersa hilbijartî hatiye qebûlkirin û wiha got: "Li ser vê biryarê Enstituya Lazan bernameyeke mufredatê amadekir û pêşkeşî Lijneya Telîm û Terbiyeyê kir. Ev bername hat qebûlkirin. Lê dersên hilbijartî yên lazkî de pirtûkeke ku bê bikaranîn tunebû. Li ser vê min ev pirtûk amade kir û teslîmî Kolektîfa Weşanê ya Lazkiyê kir. Çapa pirtûkê gihîşte Fûara Pirtûkan ya Stenbolê ya Tûyapê û hat firotin."
-Pirtûka lazkî ya ewil
Aksamaz ragihand ku di dema Yekitiya Sovyetan de, di salên 1930an de çend pirtûkên lazkî hebûn e û wiha axivî: "Ev pirtûk, pirtûka ji bo dersa lazkî ji hêla hîndekarekî ku welatiyekî Komara Tirkiyeyê ye ve, li gor mufredatê hatiye amadekirin e. Niha mamosteyên ku dersa lazkî didin li gor mufredatê ji çavkaniyên cûda sud werdigrin û mijarên dersê amade dikin, dibin alîkarê xwendekaran. Bê şik xebata min a bi navê "Dersên Bingehîn yên Zimanê Lazkî" dê bibe alikarê wan. Ez niha li ser projeyeke din ya ku berdewamiya vê dixebitim. "