ANKARA -Wezareta Perwerdeyê (MEB) ji bo ku perwerdeya zarokên malbatên xîzan pêşde bibe projeyeke bi navê "Xurtkirina Perwerdehiya Pêşdibistanê" amade kir.
Di çarçoveya vê projeyê de pirtûkên ji bo zarokên ku diçin pêşdibistanan hatin amadekirin, dê bêpere li wan bên belav kirin.
Midûra Giştî ya Perwerdeya Bingehîn a MEBê Fûnda Kocabiyikê der barê projeyê de agahî da AAyê û diyar kir ev projeya ku Yekîtiya Ewropayê di qada aboriyê de UNICEF jî di qada teknîkiyê de piştgiriyê didinê, ji 11ê cotmeha 2013an vir ve bi dawî bûye. Di çerçoveya vê projeyê de gelek xebat hatine kirin û bernameya perwerdehiya zarokan jî ji nû ve hatiye amadekirin.
Kacabiyikê da zanîn ku bi taybetî li ser bernameya perwerdehiya zarokên temanê wan di navbera 0-36 mehan de ye, sekinîne û ji bo zarokan, ji bo malbatên zarokan û him jî ji bo yên zarokan xwedî dikin jî, pirtûk amade kirine.
Pirtûk û tiştên ku mamoste di dersan de bi kar tînin, amade ne.