16 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2016
BATMAN
Li Batmanê di 2 wesayîtan da 37 hezar û 500 pakêt cixareya qaçax hat girtin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr dema ku li ser rêbeja Qazlux-Diyarbekirê xebatên kontrolê dikirin di 2 wesayîtan de lêgerîn kirin.
Di lêgerînê da 37 hezar û 500 pakêt cixareya qaçax hat girtin.
Hat ragihandin ku 2 kes hatin binçavkirin û ji bo karûbarên fermî sewqî meqamên edlî kirin.