İbrahim Atmaca
20 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2017
PEKÎN
Heke Çîn di mijara vejena paqij da polîtîkayên xwe bidomîne û projeyên xwe yên plankirî bixe rewacê, 13 sal şûnda li welêt qirêjahiya hewayê wê paqij bibe.
Li gor lêkolîna zanyarên Emrîka, Çîn û Fransayê ku di kovara "Scîence Advancesê" da hat weşandin, li Çînê rêjeya partîkulên qirêj yên hewayê pir zêde ye, lê salên dawîn da kêm dibe.
Li gor lêkolînê li Çînê heke polîtîkayên vejena paqij a niha bidomin, 13 sal şûnda gelê welêt wê wek salên 1970yî hewaya paqij bibînin.
Zanyar dibêjin ku ji bo vê jî divê proje bi biryardarî bikevin rewacê.