Cixareya elektronîk xetereya pençeşêra ser û qirikê zêde dike

Ankara
Hat ragihandin ku sedema herî girîng a qanserên ser û qirikê bikaranîna cixareyê ye û cixareyên elektronîk û vexwariya pasîf jî xetereyê zêde dike.
Prof. Dr. Şefîk Hoşalê Sekreterê Giştî yê Komeleya Ser û Qirikê û Komeleya Ser û Qirikê ya Ewropayê (EHNS) diyar kir ku pençeşêra ser û qirikê di nav mêran da li gor jinan 2 an 4 qat zêdetir tê dîtin û axaftina xwe wiha domand:
"Ji ber vê yekê bi taybetî mêrên ji 40 salî mezintir divê haj bi nîşaneyên pençeşêra ser û qirikê hebin û bizanin ka divê kengî serî li bijîşkan bidin. Ji ber ku mêr bêtir cixare û eraqê vedixwin ev nexweşî bêtir di nav mêran da tê dîtin. Lêbelê ji ber ku di nav jinan da jî emilandina cixerayê zêde bû di nav jinan da jî zêdebûn tê dîtin."
Hoşal got ku di nexweşên ku dev ji cixareyê berdane da xetere li gor yên ku cixareyê nakşînin zêdetir e û axaftina xwe wiha domand:
"Kişandina cixareyê pêkereke girîng e. Cixareyên elektronîk û vexwariya pasîf jî xetereya pençeşêra ser û qirikê zêde dike. Ji xeynî cixareyê eraqa zêde tê vexwarin jî xetereyê zêde dike. Heke kesên ku zêde û kronîk alkolê vedixwin, bi ser da jî cixareyê bikşînin xetere hê zêdetir dibe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.